Meha Tebaxê ji bo Êzidyan meha herî bi êş û birîn e

Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Birahîm di merasîma bîranîna şehîdên Fermana 74'an de got: “3`ê Tebaxê ji bo civaka Êzidiyan Qirkirin û Jenosîde û Îxanetê rê li ber êrîşa DAÎŞ`ê vekir.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Ev zêdeyî hefteyekê ye merasîma bîranîna şehîdên Fermana 3’ê Tebaxê ya li Sûka Kevn a Şengalê bi beşdariya bi hezaran kesî pêk tê. 

Di çerçoveya berdewamiya vê çalakiyê de duh  bi beşdariya hezar kesî, merasima bîranîna Şehîdên Şengalê pêk hat.

Piştî destpêkirina merasimê Endamê Meclîsa Xweser a Şengalê Heso Birahîm got:

“Rastî ne anîna ser ziman îxaneta li hember xeta şehîdaye."

Heso Birahîm bibîrxist ku Meha Tebaxê ji bo civaka Êzidî weke meha reş tê binavkirin û wiha lê zêde kir: “Ev navkirin ne tesedûfe di encama bûyerên biêş yên li vê mehê de bi serê Êzidiyan hatiye”

 

Birahîm Heso: 3`ê tebaxê qirkirin û jenosîda li ser Êzidiya ne

 

Heso Birahîm di axiftinên xwe de, Şehîd Mam Zekî, teqîna li Sîba û Tilezêr, qetilkirina keça Êzidî Axîn, êrişa li ser nexweşxaneya Sikaniyê û hedefkirina Saît Hesen jî bi bîr anî û got:

“Ev qirkirin û jenosîda li ser Êzidiya ne.”

Heso di axiftinên xwe de diyar kir ku, Îxaneta li hember civaka Êzidî rê li ber êrîşa DAÎŞ`ê vekir.

Tevî bi dehan qirkirin bi serê Êzidiyan de jî hatin lê belê civaka Êzidî dest jî bawerî û axa xwe berneda. 

Di berdewamiya axiftinên xwe de Heso diyar kir ku, vegera li Şengalê bersiv dayina hemû fermanan e, veger ji bo jiyan û hêviyên nû, êş û janên heyî derbas kirine.

 

Heso: Divê Tebaxa Reş bibe sedema xurtkirin û yekitiya Êzidiyan

 

Heso Birahîm herî dawiyê banga yekitî û bi hev re avakirina êzdîxanê li Êzidiyan kir û got: “Divê Êzidî  ji bo avakirina Şengalek nû bi hev re bixebitin û divê li axa xwe xwedî derkevin. Rê nedin dîrokek nû bi êş pêk were. Divê Tebaxa reş bibe sedema bihêzkirin û yekîtiyê”

 

 

Malbata Êzîdî 75 km meşiyan û gihan bajarê Şengalê

 

Bi awayek hemwext çalakiya din ya herî bi wate jî meşa malbateke Êzdî ya ji bo bîranîna fermanê ye.

Duh malbata  Êzidî ku di germahiya meha Tebaxê de li gel du zarokên xwe yên biçûk ji deriyê Kersê dest bi meşa fermanê kiribû. bi diruşma “berxwedan jiyane” xwe gihand navenda Şengalê.

Xidir Berekat Mirad û hevjîna wî Meyan Reşo, li gel 2 zarokên wan yên 2 salî û 6 mehî ji Deriyê Kersê dest bi meşe kiribûn.

Piştî meşa nêzî 75 km malbatê vê carê berê xwe da gundê Koço ku di 15’ê Tebaxa 2014’an de yek ji komkujiya herî mezin a Fermana 2014’an lê hate jiyîn.

Asayîşa Êzîdxanê jî ji destpêka meşê ve, ji bo parastin û rewşên lezgîn li gel vê malbatê bû.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24