Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG NRÇ) ragihand ku
hevrêyên wan Mûnzûr Stêrk, Artim Ciwan û Berxwedan Cûdî 3'ê Tîrmeha 2018'an li herêma Garê di encama êrişa dijmin de şehîd bûne.
HPG di daxuyaniya xwe de da zanîn ku dema hevrêyên wan di karê perwerdeyê yê li Akademiyên Apollo de bûne di encama êrişa dijmin de şehîd bûne.
NRÇ`ê eşkere kir ku hevrêyê wan Mûnzûr dema weke endamekî Fermandariya Akademiyên Apollo li ser erka xwe bû, hevrêyê wan Artim dema di ewlekariya hevrê Fûat de bû û hevrêyê wan Berxwedan jî gava di nava karên akademiyê de bû şehîd bûne û got:
“Hevrêyên me Mûnzûr, Artim û Berxwedan li gel hevrê Fûat-Alî Haydar Kaytan şehîd bûn ku hevrêyê destpêkê yê Rêber Apo, pêşengê mezin ê têkoşîna me û ji damezrînerên partiya me PKK'ê bû.
Em hersê hevrêyên xwe bi hezkirin, hurmet û hesret bi bîr tînin.”
Hêzên Parastina Gel di şexsê hevrêyên xwe Fûat, Mûnzûr, Artim û Berxwedan de soza dilsozî û serketinê dubare kir û wiha berdewamî da daxuyaniya xwe.
“Em diyar dikin ku bi biyar in, meşa Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi ser bixînin ku armanca herî mezin a hevrêyên me yên şehîd bû.
Li ser vê bingehê em ji malbatên hêja yên şehîdên xwe, ji xelkê Dersimê yê welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”
Li gor daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya gerîlayên şehîd bûne bi vî rengî ne:
Erdal Yildiz bi nasnav Mûnzûr Stêrk li Dersîmê ji dayîk bûye, di 3`ê Tîrmeha 2018`an de li Garê şehîd bûye.
Delîl Hulakû bi nasnav Artim Ciwan li Amedê ji dayîk bûye, di 3`ê Tîrmeha 2018`an de li Garê şehîd bûye.
Yasîn Garan bi nasnav Berxwedan Cûdî li Şirnex ji dayîk bûye, di 3`ê Tîrmeha 2018`an de li Garê şehîd bûye.