Piştî ku Serokê Meclîsa Giştî ya Bedlîsê yê AKP’ê Alî Akin jiyana xwe ji dest da, ji bo serokatiya meclîsê hilbijartin hate kirin.
Di hilbijartinê de 24 endaman deng bikar anîn.
Di encama hilbijartinê de DEM Partî serokatiya meclîsê qezenç kir.
Li gorî vê endamên DEM Partiyê Çetîn Gulmez û Bêrîvan Canbey bûn hevserokên nû yê Meclîsa Giştî ya Bedlîsê.
Di hilbijartinên hêrêmî ya 31'ê Adara 2024'an de AKP'ê ji bo karibe hilbijartinê qezenç bike gelek leşker û polîs wekî hilbijêr anîbû bajêr.