Mazlûm Ebdî naveroka hevdîtina xwe eşkere kir

Mazlûm Ebdî naveroka hevdîtina xwe bi Barzanî û Barrack re eşkere kir. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Mazlûm Ebdî, diyar kir ku wî bi Serokê Herêma Kurdistana Îraqê, Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokatiya Amerîkayê, Tom Barrack mijara entegrekirina QSD û Rêveberiya Xweser di nav saziyên Sûriyê de gotûbêj kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Mazlûm Ebdî, der barê naveroka civînê de li ser platforma X`ê nivîsî:

"Me li ser mijarên girîng gotûbêj kir, bi taybetî gavên ku ji bo entegrekirina hêzên me û Rêveberiya Xweser di nav Hikûmeta Sûriyê de têne avêtin û şopandina pêkanîna peymanan bi awayekî ku pêvajoya siyasî û aramiyê xurt bike."

Ebdî got: "Me piştgiriya xwe ji bo hewildanên dijî terorê û ji bo pêşxistina çareseriyeke siyasî ya berfireh li Sûriyê nîşan da."

Mazlûm Ebdî, bal kişand ser rola piştgir a Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina aramiya herêmî û diyaloga di navbera aliyan de ku xizmeta ewlehî û aştiya herêmê dike.

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye