Bi dronan êrîşî kampa Zewî Spî hate kirin

Carek din bi dronan êrîşî kampa Zewî Spî ya li bajarokê Koye ku alîgirên Hizba Demokratîk a Kurdistanê-Îran lê dimînin, hate kirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Duh bi şev li bajarokê Koyê yê Başûrê Kurdistanê, bi dronan êrîşî kampa Zewî Spî ya ku alîgirên Hizba Demokratîk a Kurdistanê-Îranê lê dimînin, hate kirin.

Lê derbarê zirar û ziyanên madî û canî de ti agahî nehatine belavkirin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî ragihandina lihevkirina muhtemel a di navbera Îran-Amerîkayê de, ev êrîşa yekem a li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye