Li şirketa Kormorê hilberîna gazê dest pê kir

Şirketa Dana Gasê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Qada Gazê ya Kormorê ya li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê dest bi hilberîna gazê hatiye kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hilberîna gazê di çend hefteyên borî de ji ber şerê Îranê hatibû rawestandin yan jî bi navber dihat kirin.

Şirketê di daxuyaniya xwe de diyar dike ku wê di wê heyamê de bi hevahengiya li gel aliyên hikûmetê bi baldarî tevgeriyaye.

Dana Gasê tekez kir ku wê ewlehiya karmendan û parastina samanên xwezayî xistiye di ser her tiştî re.

Dana Gasê diyar ki ku asta hilberîna gazê ya sala par bi rêya projeya "Kormor 250" gihîştibû zêdetirî 750 milyon metre sêcayî.

Rojane 1,500 ton gaza (LPG) û 15 hezar bermîl gaza kondensat hildiberand.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye