Di salvegera 3'yemîn de li bajarê Jîna Emînî çalakiyek hat lidarxistin

Di salvegera 3’yemîn a qetilkirina Jîna Emînî de, li bajarê wê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê welatiyan bi armanca çalakiyê deriyên dikanên xwe venekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Beriya 3 salan jina Kurd Jîna Emînî li Tehranê ji aliyê ‘polîsên exlaq’ yên Îranê ve hat êşkencekirin û piştre jiyana xwe ji dest da.

 Li Seqizê ji ber salvegera 3’yemîn a qetilkirina Jîna Emînî, greva giştî hat ragihandin û tu kesî deriyên dikanên xwe venekirin.

Hêzên rejîma Îranê yek bi yek li esnafan geriyan û ji bo vekirina dikanan gef xwarin.

Li bajêr hejmara leşker û hêzên din ên rejîmê hatin zêdekirin û hêzên ewlekariyê jî dewriyeyên xwe zêde kirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye