Îranê du welatiyên ji bajarê Dehloranê binçav kirin

Dewleta Îranê kiryarên binçavkirinê li dijî welatiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam dike. Îranê careke din du welatiyên ji Rojhilatê Kurdistnê girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyên ku ji hêla rêxistina mafên mirovan a HANA’yê ve hatine belavkirin, du kes li Rojhilatê Kurdistanê hatin girtin.

HANA’yê da zanîn ku hêzên ewlehiyê yên ser bi dewleta Îranê ve, bi ser mala welatiyê bi navê Mustefa Mihemedî Şexsî de girt û ew birin dadgeha bajarê Dehloranê.

Her wiha kesê bi navê Mucteba Yafar jî, ji aliyê Dewletê ve hat girtin.

Li gorî heman çavkaniyê, her du welatî, Mûcteba Yafar ku mamosteyê zanîngehê ye û Mustefa Mihemedî ku karmendê nalbendî (beytariyê) ye, ji bajarê Dehloranê yê Rojhilatê Kurdistanê ne.

Mustefa Mihemedî berê jî di xwepêşandanên çileya 2025’an de hatibû girtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye