Li bajarê Amûdê, bi hezaran şênî û xwendekar bi meşeke girseyî, daxwaza misogerkirina mafên zimanî û çandî yên Kurdan di destûra Sûriyeyê de kirin.
Girseyê bi cil û bergên Kurdî ji pêşiya Çerxerêya Jinan dest bi meşê kir.
Di meşê de pankartên wekî "zimanê me dîroka me ye", "Divê mafên me di destûrê de werin misogerkirin", hatin bilindkirin.
Meş li qada Şehîd Cîhad a naverasta bajêr veguherî mîtîngê.
Berdevka Rêveberiya Dibistanên Amûdê Hena Xalid axivî û got:
"Ger em li dîrokê vegerin; gelê Kurd li ser vê axa pîroz gelekî kevin e.
Her gelek bi zimanê xwe tê naskirin. Her zimanek nasname, çand û hebûna gelekî ye. Bo me jî wekî gelê Kurd zimanê me bingeha hebûn, nasname û çanda me ye."
Hena Xalid destnîşan kir ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojava çirûska Şoreşa Zimanê Kurdî jî pêxist û got:
"Tevî zehmetî û kêmbûna derfetan, me di malên axî de dest pê kir û dersên ziman dan.
Me bi hezaran xwendekar û mamoste fêrî zimanê Kurdî kirin.
Ti kes nikare zimanê Kurdî înkar bike. Em ê zimanê xwe biparêzin. Fêrbûna bi zimanê dayikê mafekî rewa ye. Em ê heya mîsogerkirina mafê xwe di destûrê de têkoşînê bikin."