Dewleta Îranê welatiyekî Kurd bi dar ve kir

Dewleta Îranê welatiyekî Kurd, bi sûcdariya "Gendeliya li ser rûyê erdê" bi dar ve kir. Her wiha Îranê cezayê darvekirinê li 4 xwepêşanderan jî birî. Di heman demê de, hêzên ewlehiyê yên Îranê 2 welatî girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ciwanê Kurd Mehrab Abdulah zade ku li Îranê di dema çalakiyên şermezarkirinê yên dawiyê de, hatibû binçavkirin, hate darvekirin.

Dezgehên ragihandinê yên Îranê diyar kirin ku vê sibehê Abdullah zade, li Girtîgeha Urmiyeyê hate darvekirin.

Abdullah zade li Ûrmiyê di xwepêşandanên şermezarkirinê de hatibû binçavkirin, piştre bi îdîaya "Gendeliya li ser rûyê erdê" û "kuştina endamekî Besîc" hatibû darizandin.

Hate ragihandin ku înfaz bêyî agahdarkirina malbatê hate kirin.

Di raporên rêxistinên mafên mirovan de tê gotin, Abdullah zade di binê çavan de, ji bo bi zorê li xwe mikur bê, êşkenceya fîzîkî û psîkolojîk a giran lê hatiye kirin.

Her wiha hate ragihandin ku di dîmenên kamerayê yên ewlekariyê ya li cihê bûyerê de ku kuştina endamê Besîc nîşan dide, Abdullah zade li qadê nîne.

Îranê cezayê darvekirinê li 4 xwepêşanderan birî

Cezayê darvekirinê li 4 xwepêşanderan hat birîn

Li gor nûçeyên di medyaya Îranê de hatine belavkirin, Dadgeha Şoreşê ya Şîrazê, cezayê darvekirinê li 4 kesên ku tev li xwepêşandanên gelên Îranê bibûn, birî.

Di nûçeyan de hatiye diyarkirin ku her 4 xwepêşander di dema xwepêşandanên li navçeya Mirudeştê ya ser bi parêzgeha Farsê ve ji aliyê wezareta Îtalaeta Îranê ve hatibûn binçavkirin.

Piştre di bin êşkenceyeke giran de, îfadeyên wan hatine girtin û bêyî ku parêzer li dadgehê amade bibin, cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê diyar kir ku her 4 girtî di hucreyên yek kesî de ne, êşkenceyeke giran li wan hatiye kirin û ew neçar hiştine ku berpirsyartiya bûyer û sûcan bigrin ser xwe.

Hêzên Îranê 2 welatî girtin

Li aliyekî din jî, hêzên ewlehiyê yên Îranê girtina welatiyan dewam dike.

Rêxistina HANA'yê ragihand ku hêzên ewlehiyê bi ser mala Manî Ebdullah Zade de girtin.

Her wiha rêxistinê da zanîn ku hêzên ewlehiyê mamosteyê zimanê kurdî Yûsif Zade girtiye.

Heta dema amedekirina vê nûçeyê, çarenûsa her du kesên girtî ne diyar e.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye