Di kombûna rojnamevan û çalakvanên Kurd de, piştgiriya Qamişlo ji Siweydayê re hat nîşandan û daxwaz hat kirin ku li seranserê Sûriyeyê aştî cihê xwe bigire û kuştin bi dawî bibe.
Li ber navenda Neteweyên Yekbûyî li bajarê Qamişlo, parêzer Ciwan Mihemed diyar kir ku ji Qamişlo heta Şam û Siweydeyê, ew li dijî kuştinê ne, her wiha ew komkujî şermezar kir ku herî dawiyê li Siweydayê hatine kirin.
Berî çend rojan jî li Qamişlo, xwepêşandaneke jinan hatibû sazkirin, tê de piştgiriya xwe ji jinên Siweydayê re nîşan dabûn.