Rêberê PKK`ê bi boneya 25`ê Mijdarê peyamek şand

Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan bi boneya 25`ê Mijdarê peyamek şand û got:"Di vê serdemê de jin madeya xav a herî hêja ya kapîtalîzmê ye. Ti pêngava azadiyê ya civakî heta ku azadiya jinê neke esasê xwe nikare bibe şoreşeke rasteqîn."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan di çarçoveya 25`ê Mijdarê Roja Têkoşînê li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî peyamek şand.

Rêberê Gelê Kurd di peyama xwe de destnîşan kir ku civak qadeke têkoşînê ya li ser bingeha zayend e û diyar kir ku

tundiya li nava malbatê, kuştina jinan, zexta baviksalariyê ya heyî, hemû jî nîşane û dewama êrişa dîrokî ne.

 

Di peyamê de ev xal hatin gotin:

- Di vê serdemê de jin madeya xav a herî hêja ya kapîtalîzmê ye.

- Şaristaniya mêr a bi dewletê ziman, hilberîn, bedena jinê, piştre jî civak jê standiye. Heta ku ev rastî neyê dîtin ji bo azadiyê gav nikare bê avêtin.

- Têkiliyên navbera jin û mêran gelekî metirsîdar dibînim.

Rêber Abdullah Ocelan diyar kir ku hiyerarşiya civakî ya bi serweriya mêr ku ji şerê şaristaniyê yê hezaran salî ve hate afirandin, tundî û şer bi xwe re tîne.

- Rewşa bi pirsgirêk a ku sîstema bi serweriya mêr xistiye nava jinan divê bê fêhmkirin û çareserkirin.

-Jin bi temamî hatiye xistin. Rastiya wê hatiye berevajîkirin.

-Têkiliyên navbera jin û mêran gelekî metirsîdar dibînim.

-Ti pêngava azadiyê ya civakî, heta ku azadiya jinê neke esasê xwe nikare bibe şoreşeke rasteqîn.

Rêberê Gelê Kurd anî ziman ku dema hemû cureyên tundiya li dijî jinê tên ber çavan tê dîtin ku asta koletiyê ji texmînan mezintir e û got:

"Ji bo rizgariya ji vê koletiya bi rêk û pêk, ji bo azadiyê pêwîstî bi kûrbûneke mezin û rêxistiniyê heye."

Rêberê PKK`ê Abdullah Ocelan di dawiya peyama xwe de wiha da zanîn:

"Eşkere ye ku jinbûyîn zehmet e, rizgarî jî ne hêsan e lê belê divê jin vê yekê bi wêrekî bike. Ji bo xençerê serweriya mêr ê li pişta mirovahiyê ketiye bê derxistin û jiyaneke azad û demokratîk bê avakirin, divê pêşengiyê bike."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye