Ferît Şenyaşar: Divê êdî dewlet gavan bavêje

Parlementerê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar diyar kir ku divê êdî dewlet ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje û bi berpirsyarî tevbigere û got:``Ji bo pirsgirêka Kurd û pevojaya Aştî û Demoktatîk divê bi awayekî lezgîn sererastkirinên qanûnî bêne kirin.``

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi beşdariya hemû partiyên siyasî weke gava destpêkê wê li meclîsê komisyon bê avakirin.

Ji bo avakirina komsyonan di meclisê de aliyên ku pêvajoyê de cih digrin ketine nava liv û tevgerê.

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan ji bo komisyinê Hevberdevka Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) û Parlementerên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş,Sarûhan Olûç û Cengîz Çîçek hatin destnîşan kirin.

Parlementerê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar  li ser karên komisyonê ji ANF`ê re axivî û got:

``Bi silavdayina 1`ê Cotmehê re li Tirkiyê pêvajoyeke nû destpê kir.

Rêberê gelê Kurd Abdulllah Ocelan di banga xwe ya 27`ê de  got em aligirê aşitiyê ne , PKK alîgirê aşitiyê ye, gelê min li min guhdarî dike. Li ser banga birêz Ocalan PKKê xwefesihkir û çekên xwe çewitand. Divê êdî dewlet gavan bavêje.``

 

`Divê gavên qanûnî û hiqûqî bên avîtin`

 

Ferît Şenyaşar li hember gavên ku PKKê avîtine, helwesta dewletê jî wiha nirxand:

``Dewlet giran tevdigere ev jî di nava civakê de dibe mijara fikaran.

Ev aştî wê bi rê û rêbazekî pêk were. Em xwedî daxwazên mafdarin, em ketin nava pêvajoyekî welê ku ji gotin pêtir pêwistî bi gavên şênber heye. Divê devlet bersivê bide daxwazên gel.``

Şenyaşar dazanîn ku  partî li gorî hejmara parlementerên xwe wê endaman ji komisyonê re diyar bikin, ji bilî ÎYÎ Partiyê, hemû partiyan destnîşan kir ku wê tevkariya pêvajoyê bikin.

Herî dawiyê Şenyaşar diyar kir ku, bi ava bûna komisyonê wê pêvajo fermî bibe û wiha bi dawî kir:

``Ev komisyon wê di batlanê de jî kar bike. Pêvajo ji niha û şûnde wê li ser zemîna destûra bingehîn bi rêyên hiqûqî û çareseriya demokratîk rê bê dîtin.``

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24