Şermezarkirinên li hemberî hedefgirtina mala Nêçîrvan Barzanî zêde dibin

Şermezarkirinên navneteweyî û kurdistanî li hemberî êrîşa ku duh li Dihokê, mala Nêçîrvan Barzanî hedef girtibû, dewam dikin. KNK, Konsulxaneyên Giştî yên Rûsya û Brîtaniya, Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan, Nûrî Malikî û Serokê Îmarat peyamên cuda belav kirin û ew êrîş bi tundî şermezar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Peyam û bertekên li hember êrîşa li ser mala Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, dewam dikin.

 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir.

 

 

 

KNK`ê daxwaza lêpirsîna bilez kir

 

 

 

KNK`ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hedefgirtina mala Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê bi armanca têkdana ewlehiyê û derxistina aloziyê ye û got:

 

"Ev êrîş li dijî helwesta bêalî ya Herêma Kurdistanê ye."

 

KNK`ê ji aliyên peywendîdar ên Îraq û Başûrê Kurdistanê xwest ku bi lez li ser van êrîşan lêpirsînê bikin.

 

 

 

Pervîn Buldan êrîşa li ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

 

 

 

Her wiha Parlamentera DEM Partiyê û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan jî êrîşa li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar kir.

 

Pervîn Buldan got:

 

"Ji birêvebiriya Herêma Kurdistanê û gelê Kurd re em dibêjin: Derbasî be."

 

 

 

Îmarat: Di vê dema dijwar de piştgiriya me berdewam dike

 

 

 

Serokê Îmarat Şêx Mihemed Bin Zayid Al Niheyan jî bi peywendiyeke telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî.

 

Di peywendiyê de Serokê Îmarat êrîş şermezar kir.

 

Şêx Mihemed Bin Zayid Al Niheyan ew êrîş wekî "çalakiyeke terorî" pênase kir û got:

 

"Di vê dema dijwar de piştgiriya Îmaratê dê berdewam bike."

 

 

 

Konsulxaneya Rûsyayê êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir

 

 

 

Li aliyekî din jî Konsulxaneya Giştî ya Rûsyayê ya li Hewlêrê "dilgiraniya xwe ya kûr" a li ser êrîşên dewam ên li ser Başûrê Kurdistanê anî ziman.

 

Rûsyayê ragihand ku ew her kiryareke ku bibe sedema zêdebûna alozî û nearamiyê li Îraqê bi tundî şermezar dike û ev bang kir:

 

"Divê hemû aliyên peywendîdar îradeya xwe biparêzin û nakokiyan tenê bi rêyên siyasî û dîplomatîk çareser bikin."

 

 

 

Nûrî Malîkî: Em tundiyê red dikin

 

 

 

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya Îraqê Nûrî Malîkî jî derbarê êrîşên li ser malên Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir.

 

Malîkî di peyama xwe de amaje pê kir ku ev êrîş bandorê li ewlehî û aramiya hemû Îraqê dikin û got:

 

"Ev êrîş dibin sedema lawazbûna yekrêziya niştimanî.

 

Pêwîstî bi xurtkirina yekrêziya di navbera pêkhateyên Îraqê de heye.

 

Em tundiyê bi temamî red dikin."

 

Malîkî bang li aliyan kir ku wekî "yek refî" bisekinin da ku wan hewldanan têk bibin.

 

 

 

Konsulxaneya Brîtanyayê êrîşa li ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

 

 

 

Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê ya li Hewlêrê derbarê heman mijarê peyamek belav kir û ew êrîş şermezar kir.

 

Konsulxaneyê ji bo parastina aramiya Îraq û Başûrê Kurdistanê xwest ku rewş "demildest were aramkirin."

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye