KNK: Parastina ziman parastina netew û hebûnê ye

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyaniyek weşand. KNK’ê da zanîn ku parastin û pêşvebirina zimanê dayikê erka sereke ya her kesî ye. PJAK jî bang kir ku dive her mal û her der bibe dibistanek ji bo perwerde û parastina zimanê Kurdî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

KNK’ê diyar kir ku axaftina bi zimanê serdestan li nava malbatê û nebûna zimanê perwerdeyê metirsiya herî mezin a li ser zimanê Kurdî ye.

 Di daxuyaniyê de, hate gotin:

 "Ziman ne tenê amûreke axaftinê ye, lê di heman demê de xezîneyeke çand, dîrok, nasname û ramana her neteweyekê ye.

 Parastin û pêşvebirina zimanê dayikê erka sereke ya her kes û komekê ye. 

Ji ber ku dema zimanek neyê parastin û bê paşguhkirin, ew ziman dimire û bi wê re dîrok û çanda wî gelî jî dimire."

 KNK: Zimanê Kurdî hîn jî di bin xetereya tunebûn û pişaftinê de ye

KNK tekez kir ku zimanê Kurdî hîn jî di bin xetereya tunebûn û pişaftinê de ye.

Têkildarî rewşa her beşek ji Kurdistanê û derveyî welat di daxuyaniya KNK’ê de ev nirxandin hat kirin:

Li Başûrê Kurdistanê ev heyameke dirêj e, saziyên fermî hene û zimanê kurdî di destûra Iraqê de hatiye nasîn.

Lê pêwîst e hikûmeta Herêma Kurdistanê (Başûr) ji bo rakirina astengiyan, rêxistinkirin û sazûmankirina kanalên ziman û perwerdeyê bixebite.

Rojavayê Kurdistanê îro li hember vê rewşa hestiyar a li Sûriyê û guhertinên wê, ku bi şanazî ve xwedî îradeyeke xurt e, nemaze di mijara parastin û berxwedana neteweyî û ezmûna salên xweseriyê de. 

Li kêleka pirsgirêkên siyasî û civakî, divê pirsgirêkên çandî, neteweyî û zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê rêveberî û perwerdeyê li Rojava.

Li her du beşên din ên welêt, ji bilî wê yekê ku zimanê Kurdî di proseya perwerdehiyê de tune ye, zimanê Kurdî bi gelek awayan bi rêya ol, mezheb, rêgez û nijadperistiya sîstem di bin gefa metirsiyên mezin de ye.

PJAK: Parastina ziman, bidestxistina beşek ji azadiyê ye

 Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) jî bi heman boneyê daxuyaniyek belav kir.

PJAK’ê di daxuyaniya xwe got: “Di rewşa ku gelê kurd tê re derbas dibe de, parastina ziman û nasnameya neteweyî ya Kurdî beşek girîng a têkoşîna demokratîk û azadiya neteweya me ye."

PJAK’ê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li hemû neteweyên bindest, bi taybetî neteweya Kurd pîroz kir û bang kir ku ji bo perwerde û parastina zimanê Kurdî divê her mal û her der bibe dibistanek.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye