Şevê din li bajarê Busra Şam ê li parêzgeha Derayê şer derket.
Tê de kesekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.
Tê gotin ku yên kujer girêdayî Ehmed Ode ne.
Li ser vê, hêzên ewlehiyên yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi ser cihê Ehmed Ode de girtin.
Li wir Ehmed Ode xwe radset nekir û di navbera her du aliyan de şer derket.
Di encamê de, ji her du aliyan kuştî û birîndar çêbûn.
Paşê, hikûmetê karwaneke leşkerî şand herêmê.
Çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz bi rêya mizgeftan banga xweradestkirinê li Ehmed Ode û hevalên wî kir.
Di heman demê de, hikûmetê qedexeya derketinê li bajarê Busra Şam ferz kir.
Ev yek piştî şerê di navbera Ehmed Ode û hevalên wî de, bi hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Veguhêz re derket holê.
Xelkê Busra Şam daketin qadan û piştgiriya Ehmed Ode kirin.
Heta dema amedekirina vê nûçeyê jî alozî serwer bu.
Ehmed Ode, berê fermandarê Feyleqa 8'an bû.
Di sala 2018'an de Ehmed Ode, bi navbeyînkariya Rusya çareserkirina rewşê bi hikûmeta rêjîma berê re pêk anî.
Di sala 2025'an de fesixbûna koma xwe ragihand.