Neymar Jr, piştî ku peymana xwe bi kulûba Al-Hilal a Erebistana Siûdî re betal kir.
Ji sala 2025'an ve, ji bo kulûba Brezîlyayê Santose dilîze.
Neymar, bi transfereke bê pere tevlî taximê Santosê bû.
Di hevpeyvînekê de, ligel kenala Caze tv, Neymar got ku ew li ser îhtîmala bidawîkirina kariyera xwe ya futbolê heta dawiya salê difikire.
Neymar got:
''Ez nizanim wê çi bibe, yan jî nizanim sala bê dê çi bibe.
Dibe ku ez di meha Kanûnê de rewşa xwê zelal bikim''.
Îsal ji ber Kûpaya Cîhanê ji bo Santos û taximê Neteweyî ya Brezîlyayê pir girîng e.
Min, vê sezonê xwest ku dîsa bi hemû hêza xwe bilîzim, ji ber vê yekê ez beşdarî hin maçan bûm.
Ez dizanim ku gelek kes tiştên ne baş dibêjin, lê ew nizanin di jiyana rojane de, çi diqewime û rastiya rewşê fêm nakin''.