Li Çînê ga û mirov li jêr navê sporê şer dikin

Li Çînê werzîşeke taybet tê kirin ku bi tenê li wî welatî tê dîtin. Ev spor bi navê "Guanniu" tê naskirin, ku mirov û ga tên hember hev û şer dest pê dike.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Serê xwe xistiye serê gayekî, wê kî zora kê bibe?

Li Çînê li jêr navê sporê, mirov şerê ga dike, Pêlewanên vê werzîşê dibêjin ev 600 sal in, ev şer berdewam dike.

Ev spor bi navê "Guanniu" tê naskirin

Li derdora pêlewanên gaavêj, hezkiriyên vê sporê kom dibin, navendên taybet ji bo vê sporê li çend herêmên Çînê hatin çêkirin.

Serperştiyarên vê spora ku bi navê "Guanniu" tê naskirin, daxwaz dikin ku piştgiriya wan bê kirin da ku ev spor zêdetir belav bibe û bi tenê di nav sînorên Çînê de nemîne û bibe sporeke cîhanî..

Lîstikvanên Guanniu gayên 500 kîlo davêjin erdê

Her werzîşvanek li hember gayekî derdikeve, graniya ga jî derdora 500 kîlogram e.

Bi liv û tevgereke bi lez, ew mirovê qelafet biçûk, vî gayê zêde mezin davêje erdê û serkeftina mirov li hember ga radigihîne.

Li Jiaxing navendên taybet bi vê sporê hatine çêkirin

Berî derbasbûna qada şer, werzîşvan xwe perwerde dikin û ji bo li hember derketina ga xwe amade dikin.

Li derveya qada şer, têkiliyeke dostane di navbera werzîşavanên Guanniu û ga de heye.

Lê dema şer nêzîk dibe, bi zorê ga têne kişandin û mirov hêza xwe nîşan didin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye