Manchester City peymana lîstikvanê Belçîkî Jeremy Doku heta sala 2031`an dirêj kir.
Doku kêfxweşiya xwe ya ji bo dirêjkirina peymana xwe anî ziman, dilgermiya xwe ya ji bo xebata di bin serokatiya rahênerê nû Enzo Maresca de piştrast kir û got:
"Ez kêfxweş im ku li City me, ji ber vê yekê derfeta mayîna dirêjtir hestek mezin dide min."
Doku zêde kir ku alîgirên klûbê sedemek girîng bûn ji bo biryara wî ya mayînê û tekez kir ku ew dixwaze alîkariya wan bike da ku serkeftinên bêtir bi dest bixin.
Lîstikvanê Belçîkî bi City re beşdarî 131 maçan bû û 22 gol avêt.