Tirkiye Dya 3-2 Têk Bir

Tîma Tirkiyê di maça xwe ya dawî ya Koma D de, bi gola Kaan Ayhan di deqeya 90+8'an de, DYA bi 3-2 têk bir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Tîma Neteweyî ya Tirkiyê di maça xwe ya dawî ya Koma D de bi DYA'yê hatin gel hev.

Di maça ku li Stadyuma SoFi hat lîstin de, Trusty di deqeya 3'yemîn de gola yekemîn avêt.

Tîma Tirkiyê di deqeya 10'emîn de bi gola Arda Gûler bersiv da.

Di deqeya 31'emîn de bi gola Orkun Kokçû pêş ket.

Tîma neteweyî nîvê yekem encama 2-1 bi dawî kir.

DYA di deqeya 49'an de bi rêya Berhalter gol avêt û encam wekhev kir.

Kaan Ayhan di deqeya 90+8an de gol avêt û serkeftina 3-2 ji bo tîma Tirkiyê misoger kir.

Tîma Tirkiyê, di Koma D bi 3 puanan bi dawî kir, bi serkeftinê ji turnuvayê xatir xwest.

DYA, ku piştî duyemîn a maçê de cîhê di rêza yekem bi dest xist.

Di tura 32'an de bi Bosnîya re werin beranberî hev.

Tirkiye û Dya cara şeşemîn hatin pêşberî hev

Tîma Neteweyî ya Tirkiyê di dîroka xwe de şeşemîn car bi DYA re hatin beramberî hev.

Di pênc maçên xwe ye berê de li hemberî Tirkiyeyê du serkeftin, du windahî û yek wekhevî tomar kir.

Her du tîman di van maçan de heft gol avêtin.

Her du tîm cara yekem di 4ê Îlona 1991 de di maçek dostane de hatin gel hev.

Maç wekheviya 1-1 bi dawî bûbû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye