Îro Hunermendê sînemaya Tirkiyê yê navdar Kadîr Înanir di 77 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Stenbolê jiyana xwe ji dest da.
Rewşa Kadîr Înanir 24ê Gulanê giran bû û ew rakiribûn nexweşxaneyeke li Beşîktaşê ya Stenbolê.
Kadîr Înanir piştî 6 rojan di çavdêriya awerte de ma îro jiyana xwe jidest da.
Ji ber koça dawî ya Hunermendê sînemayê Gelek aliyan peyamên sersaxiyê dan..
Dem Partî bi boneya mirina Înanir peyama sersaxiyê da
Partiya Wekhevî û Demokrasiya gelan DEM partî ji peyama sersaxiyê ji bo Kadîr Înanir weşand û got:
Me bi xemgîniyeke mezin koça dawî ya Kadir Înanir bihîst.
Înanir ne tenê yek ji navên sînemayê yên nayên jibîrkirin bû, ew rewşenbîrek bû ku di her şert û mercî de bi israr baweriya xwe ya aştî û demokrasiyê parast.
“Ew di her şert û mercî de parêzvanê aştî û demokrasiyê bû”
DEM Partî di dewama peyama xwe de sersaxî ji malbat, hezkiriyên wî, civaka hunerê û tevahî gelê xwe re xwest û diyar kir ku:
Îradeya xurt a Kadir Înanir ji bo Tirkiyek demokratîk, hemwelatîbûna wekhev û pêşeroja hevpar a gelan dê her tim bi rêzdarî were bîranîn.
Erdogan ji malbata Kadîr Înanir re sersaxî xwest
Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyip Erdogan jî ji bo Kadir Înanir peyama sersaxiyê şand û wiha mixabiniya xwe anî ziman:
Min bi xemgîniyek mezin bihîst ku Kadir Înanir, yek ji lîstikvanên sereke yên sînemaya Tirkiyê, koça dawî kiriye.
Ez ji xwedê rehmê li birêz Kadir Înanir dixwazim, ez sersaxiyê ji malbat, xizm, hezkiriyên wî û tevahiya civaka hunerê re dixwazim.
Ozgur Ozel bi peyameke sersaxiyê Kadîr Înanir bi bîranî
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel jî peyama sersaxiyê weşand û ev tişt anî ziman:
Em ji ber windakirina Kadîr Înanir, hostayê mezin ê sînemaya Tirkiyê, pir xemgîn in.
Bi helwesta xwe ya ji bo gel û kedê, û bi nirxa ku wî li hunera xwe zêde kir, di dilê me de şopek bêhempa hişt.
Îmamoglu: Ew ji me bû li hember bêheqiyê ti carî serî netewand
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji bo lîstikvanê navdar Kadîr Înanir sersaxî xwest û got:
Her karakterê ku Kadir Înanir di sînemayê de lîst, bi rastî yek ji me bû. Ew mirovekî bi rûmet û rastgo bû ku li hember neheqiyê serî netewand.
Kadîr Înanir di 15ê Nîsana 1949'an de li navçeya Fatsayê ya Ordûyê hate dinê.
Piştî xwendina dibistanên seretayî û navîn li Fatsayê dest bi lîseyê kir û Lîseyea Haydarpaşayê xwend.
Di wan salan de eleqeya wî bi huner, wêne û sînemayê zêde bû.
Di sala 1968an de di pêşbirkek fotoromanê de serket û piştî wê dest bi kariyera xwe ya sînemayê kir.
Di sînemaya Tirkiyê de, di gelek fîlman de cih girt û bû deng û hunermendê gelekî.