Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Îraqcî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, diyar kir ku ev serdan di çarçoveya pêvajoyekê de tê ku du sal berê dest pê kiriye.
Îsmaîl Beqayî, destnîşan kir ku di vê serdanê de, têkiliyên dualî yên di navbera her du welatan de, digel pirsgirêkên herêmî yên berjewendiya hevpar, wekî Filistîn, Lubnan û Sûriyê, hatine nîqaşkirin.
Beqayî, tekez kir ku her du welat niyeta wan heye ku di vê rêyê de, bidomînin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê da zanîn ku armanca herdu welatan ew e ku bawerî û têgihîştinê, di navbera welatên herêmê de xurt bikin û piştgiriya aramî û ewlehiyê li Rojavayê Asyayê bikin.