Beriya vê bi hefteyekê, li Hong Kongê 8 avahiyên bilind şewitî bûn.
Di encamê de, 151 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Piştî vekolîna polîsan,13 kesên ku ji bo rola wan a di şewatê de guman tên kirin, hatin girtin.
Di nav girtiyan de rêveber û şêwirmendê endezyariyê yê şîrketeke avakirinê jî hene.
Niştecîyên devera şewatê destnîşan dikin ku heya niha hikûmet bi erka xwe ranebûye û daxwazên sivîlan bi cih neanîne.
Tê texmînkirin ku di avahiyên wêran bûne de nêzîkî 5 hezar kes lê dijîyan.
Di derbarê aqûbeta 40 kesî de heta niha agahî nehatîye girtin.