Polîtîkaya penaberiyê ya Almanyayê li hemberî welatiyên Sûriyeyê ber bi guhertineke berçav ve diçe. Hikûmeta Alman, di bersiva lêpirsîna parlamenî ya Partiya Çep de, daneyên nû yên derbarê betalkirina statuyên parastinê de parve kirin.
Li gorî van daneyan, êdî hejmara Sûrîyên ku mafê wan ê parastinê tê betalkirin zêde dibe. BAMF’ê di destpêkê de ev lêkolîn tenê ji bo kesên tevlî sûcan bûne an jî ji bo ewlehiya giştî gef tînin sînordar kiribû. Lê belê encamên nû nîşan didin ku kontrol berfirehtir bûne û ji sedî 23.2’yê nirxandinan bi betalkirinê bi dawî bûne.
Ev pêvajoya nû piştî hilweşîna rejîma Baasê ya di dawiya sala 2024'an de dest pê kir. Bi guhertina desthilatdariyê re, bi sed hezaran penaberên Sûriyeyî yên li welatên cîran mîna Tirkiye, Libnan û Urdunê vedigerin ser axa xwe, ku ev yek bandorê li biryarên qonaxên penaberiyê yên li Ewropayê jî dike.