Erdogan: Ez ê di rojên pêş de li Sûriyê bim

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di bernameyeke televîzyonê ya kanaleke Sûriyê de geşedanên herêmî û trafîka dîplomasiyê ya ku di xeta Enqere-Şamê de tê meşandin nirxand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Erdogan di hevpeyvîna xwe de da zanîn ew ê di rojên bê de serdana Sûriyeyê bike.

Erdogan destnîşan kir ku Sûriye dê bi tenê neyê hiştin û ji bo piştgirîkirina aramiya wê ew ê tiştê ji destên wan tê hemûyî bikin.

Her wiha Serokkomarê Trikiyê pêvajoya aştiyê bi bîr xist û bal kişand ser Sûriyê û herêmê û ev tişt gotin:

“Em ê peywendiyên xwe yên bi Kurdan re hêzdar bikin û li welatên cûda yên herêmê parastina mafên wan bikin.

Kurdên Sûriyê dê para xwe ji aşîtî û aramiyê bigirin.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye