Pêvajoya Çareseriyê: Rojeva civîna yekem a lijneya şopandinê diyar bû

Li Tirkiyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî, zagona ku wekî 'Qanûna Çarçoveyî' tê pênasekirin, li Parlamentoya Tirkiyê hatibû qebûlkirin û ketibû meriyetê. Di çarçoveya vê zagonê de, 'lijneya şopandin û nirxandinê bi serokatiya Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz civîna yekem dê roja duşemê li dar xbixe, rojeva vê civînê jî diyar bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Gava yekem a pratîkî di pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurdî de dest pê dike.

Zagona ku ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdî hatibû amadekirin û di nav raya giştî de wekî 'Qanûna Çarçoveyî' tê nasîn, yanî 'Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî ye", di parlamentoyê de hatibû erêkirin û di Rojnameya Fermî de hatibû weşandin.

Li gorî agahiyên ku di kanala N TV’yê de hatine belavkirin, Lijneya Şopandin û Nirxandinê ku dê proseya çareseriyê bişopîne, roja duşemê bi serokatiya Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz bo cara yekem dicive.

Di vê civînê de beriya her tiştî rêzik, hejmara bin komîsyon û qadên wan ên berpirsyariyê dê bên diyarkirin.

Erka Komîsyona Yekem: Radestkirina çekan û piştrastkirin e

Komisyona yekem û herî krîtîk dê li ser berhevkirina çekan û piştrastkirina li ser erdê bixebite.

Di vê tîma teknîkî de ku ji nûnerên MÎT, Wezareta Navxwe û Wezareta Parastinê pêk tê, dê hemû qeydên çek, mûhîmmat û teqemeniyan li ku derê û bi çi rêbazî bên teslîmkirin bên girtin.

Komîsyona duyem û herî kirîtik jî bi navê "Koma Îhtîsasê ya Edlî" tê avakirin.

Rayedarên Wezareta Edaletê, dadwer û dozger dê li ser dosyeyên kesên ku vedigerin bixebitin û wan li gorî statuya wan a hiqûqî dabeş bikin.

Li kêleka vê, komîsyon dê bi piştgiriya psîkolog û pisporên tenduristiyê ji bo entegrasyona civakî bixebite.

Ji bo serlêdanê 6 meh dem heye!

Ji ber ku heyama sûdwergirtina ji vê yasayê 6 meh e, tîmeke taybet dê pergala fermî ya serlêdan û qeydkirinê jî ava bike da ku hemû prose bi awayekî zagonî û bêasteng bimeşe.

Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ku ji 12 xalan pêk tê, di Lijneya Giştî ya Parlementoya Tirkiyê de bi 467 dengên erê hatibû qebûlkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye