Fransayê şêwirmenda çandî ya Îranê dersînor kir

Ajansa Nûçeyan a Îranê ya Mehrê duh ragihand ku hikûmeta Fransayê, şêwirmenda çandî ya Îranê li Fransayê Nîlofer Şadmehrî dersînor kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berê, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot diyar kiribû ku Fransa dê du dîplomatên Îranê dersînor bike.

Wekî bersivekê li ser girtin û çavtirsandina fizîkî ya du karmendên balyozxaneya Fransayê li Tehranê.

Recî: Vîzeya Balyozê Îranê yê li Beyrûtê nayê dirêjkirin 

Li aliyekî din, di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Nehar, Wezîrê Karên Derve yê Libnanê Yûsif Recî da zanîn ku vîzeya balyozê Îranê yê li Beyrûtê Mihemed Riza Şeybanî ku berê wekî endamekî nexwestî hatibû ragihandin, dê di 24`ê tebaxê de biqede û nayê dirêjkirin.

Yûsif Recî lê zêde kir ku gava ku dîplomatek wekî kesekî nexwestî tê ragihandin, ew neçar e ku axa welatê mêvandar biterikîne û vîze, destûra ketinê yan destûra niştecihbûnê ya ku berê jê re hatiye dayîn êdî ti bandoreke wan a qanûnî ji bo mayîna wî ya berdewam namîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye