Grossi: Koreya Bakur di şiyanên hilberîna çekên nukleerî de zêdebûneke pir xeternak dijî

Rêveberê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Grossi, hişyarî da û got ku Koreya Bakur di şiyanên hilberîna çekên nukleerî de zêdebûneke pir xeternak dijî. Her wiha Grossi got ku pêşxistina çekên nukleerî ji bo ti welatekî, ewlehiyeke zêdetir peyda nake, lê dibe ku deriyê pêşbirkeke çekên nukleerî li herêmê veke.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li paytexta Koreya Başûr Seoulê, di civîneke çapemeniyê de Rafael Grossi, rave kir ku ajansê zêdebûneke bilez di xebitandina çend tesîsên girîng ên di navenda nukleerî ya Yongbyon de dîtiye.

Rafael Grossi da zanîn ku di nava tesîsên ku zêdebûna bilez di xebatên wê de heye, reaktora 5-megawatt, yekîneya ji nû ve hilberandinê, reaktora ava sivik û tesîsên din hene.

Grossi: Bernameya nukleerî ya Koreya Bakur bi dehan serikên şer dihewîne 

Grossi destnîşan kir ku ev yek, berfirehbûneke eşkere di çalakiyên têkildarî hilberîna materyalên nukleerî de nîşan dide.

Her wiha Rêveberê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî tekez kir ku texmînên heyî nîşan didin ku bernameya nukleerî ya Koreya Bakur "bi dehan serikên şer" dihewîne û wiha eşkere kir:

"Xebatên avakirina tesîseke nû ku dişibe tesîsên heyî yên ku li Yongbyonê tên dîtin û tê bawerkirin ku ew jî ji bo dewlemendkirina Uranyûmê ye".

Grossi: Pêşxistina çekên nukleerî ewlehiyeke zêdetir çênake 

Rafael Grossi da xuyakirin ku ji ber ku ajans ji sala 2009'an û vir ve negihîştiye Koreya Bakur, hîn jî nikare nirxandina pîvana rastîn a hilberînê bizanibe û wiha lê zêde kir:

“Agahiyên heyî jî, hemû xwe dispêrin wêneyên satelîtê û analîzên derve."

Di dawiyê de, Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî Rafael Grossi hişyarî da ku berdewamiya vê rêyê dikare bandorên berfirehtir li ser ewlehiya navneteweyî bike.

Rafael Grossi da zanîn ku pêşxistina çekên nukleerî "ji bo ti welatekî ewlehiyeke zêdetir peyda nake", lê dibe ku deriyê pêşbirkeke çekên nukleerî li herêmê veke.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye