Bi amadebûna serokê Amerîka Donald Trump, wezîrê cengê Pete Hegseth û fermandarên Artêşê, her 3 cenaze gihiştin balafirgeha Dover a leşkerî li wîlayeta Delaware ya Amerîkayê.
Di roja şemiyê 13`ê vê mehê de, dema ku şandeyeke Artêşa Amerîkayê serdana Navçeya Tedmur a girêdayî parêzgeha Humsê li Sûriyê kiribû, endamekî Hêzên Ewlekariya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê êrîşî ser endamên şandeyê kiribû.
Di encama êrîşa çekdarî de, herdu leşkerên Amerîkî Edgar Brian Torres-Tovar ê 25 salî û William Nathaniel Howard ê 29 salî tevî wergerê wan Eyad Mansûr hatibûn kuştin.
Piştî êrîşê, Trump soz dabû ku wê xwîna leşkerên xwe li erdê nehêlin û wê tola wan bisîtin.