Almanya wê leşkerên xwe ji Hewlêrê vekişîne

Wezareta Parastinê ya Almanyayê biryar da ku ew ê hêzên xwe ji Hewlêrê vekişîne û kampa xwe ya leşkerî bigire.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li gorî agahiyên komîteya parastinê ya Parlamentoya Almanyayê ku dane rojnameya Dêr Şbîgil, wê hêzên wan ku hejmara wan 30 leşker in û li derdor balafirgeha Hewlêrê ne, di dawiya îlonê de vekişin.

Li gorî heman rojnameyê, piştî vekişîna hêzan jî, wê piştgiriya wan bo pêşmergeyan dewam bike û dê tîmeke şêwirmendên leşkerî li balyozxaneyê bimînin.

Almanya ev gav piştî tevgera DYA'yê ji bo vekişandina hêzeke parastinê avêtiye.

Almanya hejmara hêzên xwe yên li Rojhilata Navîn piştî şerê Îranê kêm kiriye.

Hêzên Almanî di dema şerê li dijî DAIŞ'ê de li Hewlêrê bi cih bûbûn û perwerde û piştgirî dida pêşmergeyan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye