Planek aşîtiyê ji bo şerê Rûsya û Ûkraynayê hat ragihandin

Amerîka planek agirbestê ji bo bidawîanîna şerê di navbera Ûkraniya û Rûsiyayê ragihand. Hate diyar kirin ku serokê Amerîkayê Donland Trump ev plan pejirandiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Zêdetirî 2 salan e şerê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de berdewam dike.

Li gorî agahiyên Reuters û AFP´ê, Amerîkayê ji bo bidawîanîna şerê Ûkrayna û Rûsiyayê planeke agirbestê ya nû pejirand.

NBC Newsê derengiya roja Çarşemê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump plana 28 xalî pesend kiriye.

Li gorî raporeke Axios, plana nû ya Amerîkî ew e ku Ûkrayna beşek ji rojhilatê welêt radestî Moskowê bike.

Ji Ûkraynayê tê daxwazkirin, dev ji daxwaza xwe ya ji bo tevlîbûna NATO´yê berde.

Li hember gavên Ûkraynayê divê Rûsya êrîşên xwe li ser Ûkraynayê bisekinîne. 

Her wiha Ûkrayna wê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hin garantiyên ewlehiyê werbigire.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got, ji bo aştiyeke mayînde, hewce dike ku her du alî li ser tawîzên pêwîst razî bibin.

Karbidestekî Ûkraynî ji Reuters´ê re diyar kir ku ew beşdarî amadekirina plana Amerîkayê nebûne.

Zelensk jî heta niha li ser plana aştîyê ya Amerîkayê tiştekî negotîye.

Serokê Ûkraynayê di parvekirina xwe ya medyaya civakî de got, Amerîka û serokê wêDonald Trump dikarin vî şerî bi dawî bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye