Şerê di navbera Rûsya û Ûkranyayê de kete sala 5'an

Îro 4 sal li ser Şerê di navbera Rûsya û Ûkranyayê de derbas bûn. Heya niha bi deh hezaran kes ji her du aliyan hatine kuştin û hîna jî ev şer berdewam dike. Em bîlançoya şerê di navbera Ûkranya û Rûsyayê de ji destpêkê heta niha, bi hev re nas bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çar sal di ser şerê di navbera Ûkranya û Rûsyayê de derbas bûn.

Di vî şerê ku îro dikeve sala xwe ya 5'an de yê herî zêde zirar dîtin sivîl bûn.

 

"Nêzîkî 2 milyon leşkerên Rûs û Ûkraynî hatine kuştin"

 

Li gorî lêkolîneke ku beriya mehekê ji aliyê navendeke lêkolînê ya Amerîkî ve hatiye weşandin, di vî şerî de windahiyên her du aliyan nêzîkî 2 milyon leşker in. Di nav vê hejmarê de kuştî û birîndar hene. 

Li gorî Navenda Lêkolînên Stratejîk û Navneteweyî (CSIS), ji destpêka şer ve, 325 hezar kes ji aliyê Rûsyayê ve mirine, bi tevahî hejmara windahiyên Rûsyayê gihiştiye 1.2 mîlyon kesî. 

Navendê destnîşan kir ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve, hejmareke ewqas mezin ji mirî û birîndaran nehatiye destnîşan kirin.

Li gorî navenda lêkolînê, Kîevê jî windahiyên giran dane.

Di navbera Sibata 2022’an û Kanûna 2025’an de, di navbera 500 hezar û 600 hezar windahî, di nav de 100 hezar û 140 hezar mirin çêbûne.

Navendê beriya mehekê ragihand ku hejmara giştî ya qurbaniyên Rûs û Ûkraynî bi qasî 1.8 milyon tê texmînkirin, dibe ku heta bihara 2026’an bigihîje 2 milyonî.

Di şer de beşeke girîng ji qurbaniyan, sivîl in.

Li gorî raporek ji aliyê Mîsyona Çavdêriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li Ûkraynayê sala 2025´an sala herî kujer di şerê Ûkranya û Rûsyayê de bû.

Di sala 2025’an de zêdetirî 2 hezar û 500 sivîl hatine kuştin.

NY diyar kir ku ji 24’ê Sibata 2022´an û vir ve nêzîkî 15 hezar sivîl mirine û 40 hezar û 600 kes birîndar bûne.

 

Ûkraynayê bîlançoya şer eşkere kir

 

Duh Desteya Erkana Giştî ya Hêzên Çekdar ên Ûkraynayê jî bi daxuyaniyekê ku li ser rûpela xwe ya Facebookê weşandiye, bîlançoya şerê wê û Rûsyayê eşkere kir.

Artêşa Ûkraynayê ragihand ku ji 24’ê Sibata 2022’an û vir ve nêzî mîlyon û 259 hezar û 780 leşkerên Rûsî di şer de hatine kuştin an jî birîndarkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku hêzên Ûkraynayê ji destpêka şer ve 11 hezar û 694 tank, 24 hezar û 69 wesayîtên zirxî, 37 hezar û 470 pergalên obîsan, hezar û 652 mûşek û hezar û 303 pergala parastina hewayî rûxandine.

Her wiha hate ragihand ku 435 balafirên şer, 348 helîkopter, 142 hezar û 113 dron, 4 hezar 314 fuzeyên krûz, 29 keştîyên şer, 2 binav, 79 hezar 500 wesayît û tankên sotemeniyê û 4 hezar û 73 yekîneyên alavên taybet ên artêşa Rûsyayê hatin rûxandin.

 

Artêşa Rûsyayê sê qatê artêşa Ûkraynayê ye

 

Rûsya li meydana şer bi qasî sê qatan ji Ûkraniyan zêdetir e.

Rûsya xwedî nifûseke mezintir e ku refên xwe tijî bike, di heman demê de Ûkrayna beşek mezintir ji artêşa xwe ya biçûktir winda kiriye.

Rûsya, ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve bi pêkanîna leşkeriya neçarî, bi wergirtina girtiyan û deyndaran, her wiha dayîna prîman ji leşkerên nû re, tevî windahiyên mezin, asta leşkerên xwe parast.

 

15 hezar leşkerên Koreya Bakur jî li kêleka Rûsan şer kirine

 

Di heman demê de 15 hezar leşkerên Koreya Bakur jî li kêleka Rûsan şer kirine.

Berpirs û analîstên îstîxbarata Koreya Başûr ragihandin ku tê bawerkirin ku herî kêm bi sedan leşkerên Koreya Bakur di şer de hatine kuştin.

 

Seth Jones: Bi vî şerî re aboriya Rûsyayê xirab bû

 

Li gorî yek ji nivîskarên lêkolînê Seth Jones, şer bûye barekî giran li ser aboriya Rûsyayê.

Di sala 2025´an de ji ber kêmbûna hilberînê li xwe zêdekirin %0,6 daketiye.

Her wiha şîrketên teknolojiyê yên ku di asta cîhanî de reqabet dikirin li Rûsiyayê nemane.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye