Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz, di civîna çapemeniyê ya li Berlînê de ragihand ku wê bi Îranê re hevdîtinên dîplomatîk dîsa dest pê bikin.
Friedrich Merz diyar kir ku ev gav bi şêwirîna bi DYA’yê û hevalbendên Ewropî re hatiye avêtin.
Tê plankirin ku hevdîtinên ku piştî agirbesta demkî ya di navbera DYA’yê û Îranê de dê dest pê bikin, dê bi navbeynkariya nûnerên DYA’yê li Pakistanê werin kirin.
Merz anî ziman ku agirbesta heyî "bi fikar" e û da zanîn ku heta niha pêşî li rageşiyeke mezin hatiye girtin, lê metirsî hîn jî berdewam dikin.
Serokwezîrê Almanyayê tekez kir ku Almanya piştgiriyê dide çareseriya bi rêya muzakereyê.
Friedrich Merz behsa êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Libnanê jî kir û hişyarî da ku ev rewş dikare pêvajoya aştiyê xirab bike.
Merz daxwaza xwe ya ji bo rawestandina êrîşan dubare kir.
Merz eşkere kir ku ew şeva borî bi Serokê DYA’yê Donald Trump re axiviye û got ku wî rêveberiya Washingtonê teşwîq kiriye da ku muzakereyên bi Îranê re bi cidiyet bidomînin.
Her wiha Serokwezîrê Almanyayê diyar kir ku Almanya amade ye ku ji bo dabînkirina ewlehiya çûnûhatinê li Tengava Hurmizê bibe alîkar.
Merz destnîşan kir ku mîsyonên navneteweyî yên gengaz hewceyî piştgiriya Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û parlamentoya Almanyayê ne, lewma di demeke nêz de divê mirov li benda biryareke şênber nebe.