Dya û Îran wê peymana têgihîştinê di 19`ê hizîranê de li Swîsreyê îmze bikin

Swîsreyê cih û dema îmzekirina peymana di navbera Dewletên Yekbûyî Amerîka û Îranê de eşkere kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

 Li gorî agahiyên AFP`yê ku xwe dispêre Wezareta Derve ya Swîsreyê wê merasîma îmzekirina peymanê têgihîştinê roja Înê li otêlekê li çiyayê Burgenstockê ku li ser Gola Lucerne li navenda Swîsreyê ye pêk were.

Wezaretê wiha diyar kir: "Di vê qonaxê de îmzekirin ji bo roja Înê, 19`ê Hezîranê li Burgenstockê hatiye plankirin."

Heman çavkaniyê diyar kir ku gihîştina vê cihê li navenda Swîsreyê dijware û ji ber vê yekê ewlekirina wê hêsantir e.

Ev cih ji hêla navbeynkarên Pakistanî û Qeterî û her weha DYA û Îranê ve hatiye pêşniyar kirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye