Hikûmeta nû ya Macaristanê weşana televizyona dewletê rawestand

Li Macaristanê partiya desthilatê hat guhertin û weşana televizyona dewletê jî hat guhertin. Hikûmeta nû ya Macaristanê weşana giştî ya MTVA rawestand.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Weşanên kenalên televizyon û radyoyên neteweyî yên welêt piştî erkdarkirina tîmeke rêveberiyê ya demkî hatin rawestandin.

Kenala televizyonê ya MTVA M1 peyama lêborînê li ser ekraneke reş nîşan dide ew jî wiha ye:

"Medyaya giştî nikare derewan bike.

Ji ber ku bi salan e em vê yekê dikin, em lêborînê dixwazin.

Medyaya giştî niha ji nû ve tê avakirin, da ku di pêşerojê de serbixwe û pêbawer be."

Peter Magyar ji 9’ê gulana 2026’an û vir ve bû serokwezîrê nû yê Macaristanê.

Peter Magyar li ser medyaya civakî got:

"Îro rojeke dîrokî ye.

Weşana propagandayê li ser platformên medyaya giştî bi dawî bû."

Ji aliyekî din ve, Magyar sazî bi belavkirina dezenformasyonê di dema kampanyaya hilbijartinê ya îsal de tawanbar kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye