Di dawiyê de, girêka civîna navbera PDK û YNK’ê hat vekirin û herdu aliyan amadebûna xwe nîşan daye ku di rojên pêş de rûbirû rûnên.
Berdevkê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Selahedîn Babekir, ragihand ku Partiyên (PDK) û (YNK) bersivên erênî dane destpêşxeriya Emîndarê Giştî yê Yekgirtûyê Selahedîn Behadîn.
Yekgirtûya Îslamî: Civîn dê bi tevlêbûna hemû aliyên siyasî bê lidarxistin
Babekir tekez dike ku di rojên pêş de, di navbera hemû aliyên siyasî de ku di Parlamentoya Kurdistanê de xwedî fraksiyon in, wê civîneke lûtkeyê bê encamdan.
Lê belê, heta niha dem û cihê birêveçûna vê civînê nehatine diyarkirin.
YNK: Bafil Talebanî amadebûna xwe ji bo beşdarbûna civînê nîşan daye
Nûçe TV bi herdu serkirdayetiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) re peyivî, ku wan daxwaz kir navên wan neyên eşkerekirin.
PDK: Em ê beşdarî civîna giştî ya aliyên siyasî bibin
Endamekî serkirdayetiya YNK’ê ragihand ku Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî, Selahedîn Behadîn, peywendî bi serokê YNK’ê Bafil Talebanî re kiriye û yê dawî amadebûna partiya xwe ji bo civînê diyar kiriye.
Nifşê Nû: Em ê beşdarî civîna aliyên siyasî nebin
Li aliyê din, endamekî serkirdayetiya PDK’ê jî amadebûna partiya xwe ji bo civînê ji Nûçe TV re piştrast kir.
Hevdemî vê, li gel belavbûna agahiyên civîna PDK û YNK’ê, Berdevkê Nifşê Nû, Himdad Şahîn, ragihand ku ti civînek li ber dest tune ye.
Himdad Şahîn diyar kir ku ew weke Nifşê Nû li gel ti aliyekî rûnane heta ku dest ji postên bilind ên Herêma Kurdistanê bernedin.
Li aliyê din endamê serkirdayetiya Yekgirtûya Îslamî, Osman Karwanî, ji Nûçe TV re ragihand, ku destpêşxeriya wan li ser asta hêzan nehatiye redkirin, lê belê pêşwazîkirin heta niha tenê bi devkî ye û nebûye kiryar.
Karwanî diyar kir ku ew hewl didin êdî rewş aloztir nebe û ev civîn bibe kiryar, herwiha herdu alî dema hevdîtinê destnîşan bikin û dawî li qeyrana siyasî ya Herêma Kurdistanê bînin.