Şevê din di pîrozbahiyên ji bo avabûna Komara Tirkiyê de di navbera polîsan û ciwanan de nîqaş derket û polîsan li hember ciwanên hatibûn pîrozbahiyê çek kişand û êrîşî ciwanan kir.
Rojnamevan Hidir Yildiz ku bûyerê dişopand ji ber dîmenên tundiya li ser ciwanan kişand ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.
Hat ragihandin ku dîmenên Yildiz kişandine bi zorê hatiye jê birin û Yildiz hê jî li Miduriyeta polîsan ya Dersîmê tê girtin.