ŞÊWIRMENDÊ EWLEHIYA NETEWEYÎ YA ÎRAQÊ SERDANA HEWLÊRÊ KIR

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê serdana Hewlêrê kir û bi berpirsên Herêma Başûrê Kurdistanê re civiya.

reset font size increase font size

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, duh roja çarşemê, Serokê PDKê Mesûd Barzanî û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî bi hev re civiyan.
Di civînê de, têkiliyên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi Hikûmeta Iraqê re, her wiha rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêkên asê di navbera her du aliyan de hatin gotubêjkirin.

Li aliyekî din jî, şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî bi serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Başûrê Kurdistanê Rêber Ehmed re civiya.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24