"Hevdîtina bi Rêberê PKK`ê re hevdîtineke dîrokî bû"

Serokwekîla DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, derbarê hevdîtina bi Rêberê PKK`ê re axivî û got: "Rêzdar Ocalan careke din di hevdîtina me de, bi zelalî îradeya hemû gelên herêmê, bi taybetî gelên tirk û kurd, ji bo jiyaneke bi hev re di aştî, wekhevî û azadiyê de diyar kir."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku divê niha rapora komîsyonê bi lez were bicîhanîn.

Her wiha hevdîtina bi Abdullah Ocalan re weke hevdîtineke dîrokî nirxand û wiha got:

- Ev hevdîtin gaveke berfireh û hêvîdar e ku dê rêyeke nû di rêwîtiya Tirkiyeyê ya ber bi aştî û demokrasiyê de veke.

- Serkeftina vê pêvajoyê ji bo pêşeroja Tirkiyeyê girîng e.

- Divê were zanîn ku ew hevdîtin ne zerara gelên Tirkiyê ye, berovajî wê ew qezencek mezin e.

- Ji bo ku rêya aştiyê pêş bikeve, girîng e ku guhertinên qanûnî yên pêwîst bêyî derengmayîn werin bicîhanîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye