Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê bi balafireke bêmirov li bakurê bajarê Siweydayê êrîş pêk anînin.
Êrîş li nêzî deverên Selîm û Etîl hat pêkanîn.
Di encama êrîşê de welatiyê bi navê Omer El Qadî hat kuştin û 5 welatiyên din birîndar bûn.
Her wiha hat diyarkirin ku ev welatî di veguhastina mirîşkan de dixebitî û di dema li ser karê xwe de bû, erebeya wî li rojavayê bajarokê Etîl bi awayekî rasterast hat hedefgirtin.
Girêdayî wê, Hêzên Parêzvanên Neteweyî yên Durzî, hewldana hêzên Hikûmeta Veguhêz ya ji bo derbasbûna ji Derayê ber bi Siweydayê ve, li nêzî Besra Şam têk bir.