Çavên Îraqiyan li civîna sibe ne.. Kî dibe Serokwezîrê nû ?

Çarçoveya Hevrêziyê dê sibe civînekê li dar bixe, da ku mijara namzetê serokwezîrtiyê nîqaş bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî hilbijartina Nizar Amêdî weke Serokkomarê nû yê Îraqê di 11'ê Nîsana 2026'an de, Çarçoveya Hevrêziyê ket pêvajoyeke lezgîn a nîqaşên ji bo diyarkirina serokwezîrê nû.

Çarçoveya Hevrêziyê hewl dide ku civîneke girîng pêk bîne da ku mijara namzetê serokwezîrtiyê bi dawî bike.

Bloka parlemanî ya Nûavakirin û Geşepêdanê îro piştrast kir ku civîna Çarçoveya Hevrêziyê ya li Îraqê dê sibe Sêşemê were lidarxistin.

Ev yek piştî wê yekê tê, ku civîna wan a roja Duşemê (13'ê Nîsanê) ji ber nakokiyên navxweyî û baykotkirina hin serokan hatibû paşxistin.

Li gorî Madeya 76 a Destûra Îraqê, piştî hilbijartina Serokkomar, firaksiyona herî mezin 15 roj dema wê heye ku namzetê xwe yê serokwezîrtiyê pêşkêş bike.

Ev dem di 26'ê Nîsana 2026'an de bi dawî dibe.

Niha nîqaş li ser çend navan hene, di nav de:

Mihemed Şiya Sûdanî, ji bo xuleke duyem tê pêşniyarkirin.

Nûrî Malîkî, Tevî dijberiya hin aliyan, hîn jî wekî namzetê sereke yê Hevpeymaniya Dewleta Yasayî tê dîtin.

Basim El-Bedrî, wekî namzetê "lihevhatinê" navê wî di rojevê de ye.

Astengiya herî mezin a li pêşiya civînê, nebûna yekdengiyê di navbera pêkhateyên Çarçoveya Hevrêziyê de li ser kesayetiya serokwezîr, bi taybetî nakokiyên di navbera alîgirên Malîkî û Sûdanî de ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye