Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) eşkere kir, wekî beşek ji qonaxa 12'emîn Bernameya Vegera Ewle û Birêkûpêk, ku di Tîrmeha borî de dest pê kiriye, zêdetirî 378 hezar penaberên Sûriyê ji Libnanê bo welatê xwe vegeriyane.
Ajansa NY di postek li ser platforma xwe ya "X" de diyar kir ku "bi vegera zêdetirî 378 hezar penaberên Sûriyê, piştgiriya berdewam ji bo misogerkirina vegera ewle, bi rûmet û domdar girîng e."
Li gorî ajansê "beşa 12'emîn a plana hikûmeta Libnanê ji bo vegera dilxwaz a penaberên Sûriyê bo welatê wan ji paytext, Beyrûtê derket, malbatên penaberên Sûriyê veguhezîne malên wan li Hums, Hama, Idlib û paytext Şam û gundewarên wê."
Texmînên Lubnanê nîşan didin ku hejmara penaberên Sûriyê li Libnanê bi qasî 1.8 mîlyon e, di nav de nêzîkî 880 hezar kes hatine tomarkirin.