Rûsyayê bajarokekî nû li Donetskê kontrol kir

Ûkraynaya di bin êrişên Rûsyayê de gav bi gav ji herêma rojhilat vedikişe Hêzên Rûsyayê bajarokekî nû Donetskê kontrol kirin

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rûsya hêdî hêdî axa Ûkraynayê li pêşiya çavên cîhanê dagir dike.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan bajarokekî nû li herêma Donetskê kontrol kirine.

Wezareta got, artêşa Rûsyayê bajarokê Bezymianye ya li Donetskê xistîye bin kontrola xwe.

Di daxuyanîyê de windahiyên hêzên Ûkraynayê jî hatin eşkerekirin.

Li gorî daxuyanîyê, di şerê dijwar ê li dora bajêr de 415 leşkerên Ûkraynayê hatine kuştin.

Detayên derbarê alavên şer ên Ûkraynayê de ku di şerê dawî de hatine tunekirin, di daxuyanîyê de cih girt.

Wezaretê îdîa kir, 2 jê tank, nêzîkî 100 wesayîtên leşkerî hatine tunekirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê derbarê serfirazîyên hêzên li bakurê Ûkraynayê de jî agahî parve kirin.

Hat ragihandin, di du pevçûnên dijwar de nêzîkî 1200 leşkerên Ûkraynayî hatine kuştin.

Herwiha, di şerê li heman deverê ji 10an zêdetir wesayîtên zirxî ên Ûkraynayê hatine tunekirin.

Wezareta Rûsyayê di dawîya daxuyanîya xwe de da zanîn, pêşveçûna li enîyên din jî berdewam dike.

Rûsya hefteya borî ragihandibû, hêzên wê bajarê Volçanskê yê li herêma Xarkîvê bi tevahî kontrol kirine.

Rûsya îdîa dike, di şerê li derdora vî bajarî de zêdetirî 8,000 leşkerên Ukraynayê hatin kuştin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye