Balafirên Amerîkayê di 22'yê Hezîranê de li Îranê tesîsên nukleerî yên Fordo, Natanz û Îsfahanê xistin.
Piştî bomberanê Rayedarên Amerika û Israîlê serkeftina têkbirina Tesîsên nûklerî ragihandin.
Li gorî çavkaniyên nûçeya Whasington Postê tê; Karbidestên hikûmeta Îranê di nav xwe de nîqaş kirin ka çima êrîşên ku ji hêla Serok Donald Trump ve hatine ferman kirin ne ew qas wêranker û berfireh bûn ku wan hêvî dikir.
Sekretera çapemeniyê ya Qesra Spî Karolîne Leavîtt agahiyên vê çavkaniyê derewand û got: "Ew fikra ku rayedarên Îranî yên ku navê wan nayê zanîn dizanin çi di bin sedan lingên kavilan de diqewime bêwate ye. Bernameya wan a çekên nukleerî qediya ye."