Rayedarên parastina sivîl a Meksîkayê ragihandin ku barana dijwar a li 32 eyaletên welêt bûye sedem ku lehî, tevahiya gundan di bin avê de bihêle.
Her wiha rayedaran dan xuyakirin ku cihê herî zêde bandor lê çêbûye eyaleta Hidalgo ye.
Li Hidalgo herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar xanî jî zirar dîtine.
Li eyaleta Veracruz jî 5 kes û li eyaleta Queretaro jî kesekî jiyana xwe ji dest daye.
Seroka Meksîkayê Claudia Sheinbaum eşkere kir ku ji bo piştgiriyê bidin welatiyan, wan bi hezaran leşker, balafir û helîkopter, ji bo piştgiriya hewldanên rizgarkirinê şandine herêmên zirar dîtîne.