Li Hesekê cejnên pêkhateyan hatin pîrozkirin

Pêkhateyên bajarê Hesekê wekî nîşandana bertekê, li hemberî paşguhkirina cejnên neteweyî yên wan, agirê Newrozê li qada Aştiyê ya bajarê Hesekê dadan.

reset font size increase font size

Di biryarnameya 188'an a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, cejnên netewî yên pêkhateyên Sûriyeyê nehatin naskirin, ji wan Cejna Newrozê, Çarşema Sor, Ekîto û cejnên Ermenan wekî cejnên fermî yên Sûriyeyê ne.

Çalakvanên bajarê Hesekê, bertek li dijî biryarê nîşan dan. Bi beşdariya nûnerên saziyên çandî, civakî û siyasî yên ji hemû pêkhateyan, çalakiyek li qada Aştiyê ya bajêr hat lidarxistin.

Di çalakiyê de agirê Newrozê hat pêxistin û merasîmên cejnên Ekîto û yên Ermenan hatin lidarxistin.

Beşdarên çalakiyê diyar kirin ku peyama wan xurtkirina jiyana hevbeş û hevgirtina civakî û parastina mafên pêkhateyan e.

Di dawiya çalakiyê de hemû pêkhateyan govend gerandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye