Li Mêrsîn, Mêrdîn û Amedê Newroz bi meşaleyan hat pîrozkirin

Li navçeyên Yenîşehîr a Mêrsînê, Qoser a Mêrdînê û Farqîn ya Amedê, bi çalakiyên girseyî Newroz hat pîrozkirin. Di çalakîyan de dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" hate berzkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li taxa Şahîn Tepesi ya navçeya Yenîşehîrê ya Mersînê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk pîrozbahiyek ji bo Cejna Newrozê hat lidarxistin.

 

Beriya pîrozbahiyê, ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi taybetî jî ji bo Salih Muslim, kêliyeke rêzgirtinê hat girtin.

 

Piştre agirê Newrozê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hat pêxistin, jin bi meşaleyan ber bi qadê ve meşiyan û dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" bilind kirin.

 

Pîrozbahî bi govendên gelêrî yên Kurdî bi dawî bû.

 

Li Taxa Prîketa ya navçeya Qoserê (Kızıltepe) ya Mêrdînê jî meşeke meşaleyî ya Cejna Newrozê hate lidarxistin.

 

Di meşê de wêneyek Abdullah Ocalan hate hilgirtin û sirûd hatin gotin.

 

Her wiha banga beşdarbûna pîrozbahiyên ku dê sibê li Qada Newrozê (Otogar) ya Qoserê dê werin lidarxistin jî hate kirin.

 

Dîsa li taxa Malabadî ya navçeya Farqînê (Silvan) ya Amedê ji hêla Platforma Saziyên Demokratîk ve meşek meşaleyî hate lidarxistin.

 

Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî meşê bûn.

 

Beriya meşê, hevserokê şaxa navçeya Farqînê yê DEM Partiyê Mahfuz Kizilduş axivî û diyar kir ku heta ku gelê Kurd hebe, paradîgmaya Abdullah Ocalan dê bijî.

 

Piştî daxuyaniyê, meş bi dirûşmeyên "Newroz pîroz be" û "Bijî Serok Apo" berdewam kir.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye