Malbatên dîlgirtiyan li Qamişloyê derketin xwepêşandanan

Malbatên dîlgirtiyan ên li bajarê Qamişloyê derketin xwepêşandanan û daxwaza zarokên xwe kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro malbatên dîlgirtiyan ên li bajarê Qamişloyê, bi çalakiyekê daxwaza berdana zarokên xwe kirin.

Gelek malbatên şervanên QSD'ê, ku zarokên wan ji hêla Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve hatine dîlgirtin û hîna nehatine berdan, çalakiyeke protestokirinê li dar xistin.

Malbatan bi rakirina wêneyên zarokên xwe û ji bo daxwaza berdana wan, li Çerxerêya Osman Sebrî ya Qamişloyê çalakiyek li dar xistin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Em dîlgirtiyên xwe dixwazin” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey dîlgirtî” berz kirin.

Di çarçoveya Peymana 29`ê çileyê de, hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê 800 dîlgirtî berdan û QSD`ê jî 491 dîlgirtî berdan.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ji bo berdana koma çaremîn a dîlgirtiyan amadekarî tê kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye