Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyon li herêmên ku Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Veguhêz bi hev ve girêdide pêk hat.
Di encama operasiyonê de 2 bazirganên tiryakê hatin girtin û hebên hişbirê jî bi wan re hatin dîtin.
Li Qamişlo yek ji wan jin, 7 bazirganên tiryakê hatin girtin
Di heman demê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Qamişlo jî operasyon li dijî bazirganên madeyên hişbir pêk anî.
Di encama operasiyonê de 7 kes ku yek ji wan jin e, hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi kesên girtî re gelek cureyên madeyên hişbir, pereyên sexte û çek hatin desteserkirin.
Piştî lêpirsînê hemû girtî ji dadgehê re hatin şandin.