Raporên 'Pêvajoyê' li parlementoyê ne: kîjan partî çi dibêje?

Li Tirkîyê pêvajoya çareseriyê derbasî qonaxa duyemîn bûye. Partiyên ku di komîsyonê de cih digrin gelek ji wan raporên xwe pêşkeş kirin. AKP, CHP û Gruba Yeni Yolê jî dê di nava vê hefteyê de rapora xwe bînin komisyonê û dê êdî mijara yasayê bê axaftin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî ku PKK'ê xwe fesix kir û çêkên xwe şewitandin, li Tirkiyê jî pêvajoya çareseriyê bi awayekî fermî hate axaftin û Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê li Parlamentoya Tirkiyê hate avakirin.

Komîsyon piştî guhdarkirinên dirêj, niha gihîştiye qonaxa amadekirina rapora xwe. Ji bo amedekirina raporeke giştî hemû partiyên di komîsyonê de li ser çareseriya pirsa Kurd raporên ku amade kirin pêşkeşî komîsyonê dikin.

Heta niha MHP, DEM Partî, TÎP, EMEP û DSP raporên xwe pêşkêşî komîsyonê kirine.

Tê payîn ku komên AKP, CHP û Yeni Yolê jî heta dawiya vê hefteyê raporên xwe pêşkêş bikin.

Piştî pêşkeşkirina raporên partiyan, dê komîsyon "pêşniyarên ji bo rêziknameyên yasayî yên pêvajoyê" pêşkeşî parlementoyê bike û êdî wê li ser zagonan xebat bê meşandin.

AKP: Gava yekem bila ji bo kesên tevlî sûc nebûne be!

Di rapora AKP'ê de ku hêj pêşkeşî komîsyonê nehatiye kirin, çarçoveya yasaya ku difikire eşkere bû.

AKP dixwaze gava yekem ji bo kesên ku li gor gotina wan " tevlî sûc nebûne" bê avêtin û zagon ji bo wan bê derxistin.

Her wiha di rapora AKP'ê de tê gotin ku "piştî PKK'ê xwe fesix kir, kesên ku ji ber sûcdariyên 'endametiya rêxistinê' 'alîkarî û hewildana rêxistinekê' hatine mehkûmkirin an jî di bin lêpirsînê de ne divê bê betalkirin."

DEM Partî ji bo çareseriyê daxwazên xwe rêz kirin

Dem Partiyê raporeke ku ji 99 rupelan pêk tê pêşkeşî komisyonê kiriye û ji bo çareseriya pirsa Kurd tê de van daxwazan dike:

- Derxistina "Qanûna Aştiyê"

- Bidawîanîna sîstema qeyûman

- Bila rê li ber perwerdehiya zimanê dayikê bê vekirin

- Bicîhanîna tevahî ya biryarên DMME û Dadgeha Destûrî

- Serbestberdana girtiyên siyasî

Misogerkirina qanûnî ya "mafê hêviyê" ji bo kesên ku cezayên muebetê yên girankirî distînin, di nav de Abdullah Ocalan jî heye.

CHP pakêteke demokratîkbûnê pêşnîyar dike

Her wiha Partiya Gel a Komarî (CHP) jî ku tê gotin di rapora xwe de li şûna pêşniyareke yasayî, pakêteke demokratîkbûnê pêşniyar dike.

CHP, ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd avakirina hawîrdoreke siyasî ya demokratîk pêşniyar dike, her wiha tê gotin ku di rapora wê dê pêşniyarek ji bo rêziknameyeke yasayî ya taybetî ji bo pêvajoyê dê negire nav xwe.

Biryar e ku piştî hemû aliyên siyasî yên di nav Komîsyonê de raporên xwe pêşkêşî Parlamentoyê bikin, ji encama wan raporan raporeke berfireh derbarê çareseriya Pirsgirêka Kurd de bê amadekirin û zagon bên çêkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye